Hatay - 30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318196-hatay_30_hektar_daristana_Çiyayên_amanosê_tev_şewitî
Li Çiyayê Amanosê ji ber agir bi daristanê ket, 30 hektor (300 dolim) qada daristanê tev şewitî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2020 12:15 Asia/Tehran
  •  Hatay - 30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî

Li Çiyayê Amanosê ji ber agir bi daristanê ket, 30 hektor (300 dolim) qada daristanê tev şewitî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Çiyayê Amanosê li çar noqteyên cuda ji ber agir bi daristanê ket, 30 hektor (300 dolim) qada daristanê tev şewitî. Agirê bi daristanê ket, di demek nêzîk de li qadek fireh belav bû. Piştî mudaxileya 5 saetan agir xistin kontrolê. Di encama şewata daristanê de 30 hektar qada daristanê tev bû xwelî. Daristan hêj dişewite.