Tîrmeh 31, 2020 11:00 Asia/Tehran
  • Parêzerên Ocalan giliya xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

Parêzerên rêberê zîndanî yê PKKê jibo wêdadayîna berbendên têkiliya bi zîndana Îmraliyê ra, giliya xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Di gilînameya parêzerên "Ebdullah Ocalan" li dijî Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê da hatiye: Bi biryarên neqanûnî yên vê dadgehê derbarê nedana destûra jibo çûyîna bo Girava Îmraliyê li pey belavbûna Vîrûsa Koronayê, derfet jibo her cûre têkiliyê bi vê zîndanê ra nemaye û rewşeke gelek dilgiranker pêk hatiye.

Beriya vêya jî Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê giliyek bi vê mijarê ku ji aliyê parêzerên Ocalan va hatibû hilêxistin, red kiribû. Hevdîtina herî dawî ya Ocalan digel parêzerên xwe vedigere 7ê Tebaxa 2019an.

"Ebdullah Ocalan", rêberê PKKê ji 21 salan beriya niha li giraveke nêzikî Stenbolê zîndanî ye.

 

Serepeyv