Rêberê katolîkên cîhanê: Ez ji ber Ayasofya gelekî êşiyam
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317651-rêberê_katolîkên_cîhanê_ez_ji_ber_ayasofya_gelekî_êşiyam
Rêberê katolîkên cîhanê Papa Francesco ragihand, ew ji ber ku hikûmeta Tirkiyê mûzeya Ayasofya kir mizgeft, gelekî nîgeran e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2020 17:24 Asia/Tehran
  • Rêberê katolîkên cîhanê: Ez ji ber Ayasofya gelekî êşiyam

Rêberê katolîkên cîhanê Papa Francesco ragihand, ew ji ber ku hikûmeta Tirkiyê mûzeya Ayasofya kir mizgeft, gelekî nîgeran e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêr (10 vê mehê) ferman da dêr û mûzeya kevnar ya Ayasfoya li Stenbolê, bibe mizgeft.

Li ser vê yekê, rêberê katolîkên cîhanê Papa Francesco daxuyaniyek da û ragihand, ew ji wê yekê gelekî nîgeran bûye û pê êşiyaye.

Papa wiha got: Hişê min li Stenbolê ye. Fikra min li ser Ayasofya ye û gelekî pê dêşim.”