Mismarî: Ger Tirkiye êrîş bike wê welatên Ereb jî bersivek tûnd bidin
Tîrmeh 10, 2020 17:01 Asia/Tehran
Berdevkê artêşa general Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî destnîşankir ku ger dewleta Tirkiyê êrişî bajarê Sirteyê bike, wê dewletên Ereb bersiveke tund bidin. Mismarî got ku divê Tirkiye ji bersivê re jî hişyar be.
Duh lîwaya “Deman Tacûra” a ku bi hikumeta Wîfaqê re hevkar e û Enqere piştevaniya wê dike, hêzeke nû şand eniyên Sirteyê, artêşa Lîbyayê, Tirkiye û hêza Wîfaqê ji nêzbûna ji bajarê Sirteyê re hişyar kir. Di nav hêza ku nû şandine eniyên Sirteyê de çeteyên Suriyê jî hene.
Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî li ser vê yekê gef li Tirkiyê xwar. Mismarî daxuyakirin ku ger Tirkiye êrişî bajarên Sirte û Cefrayê bike, wê xewnên wê bi dawî bibin.