Hêrsbûna rayedarên Tirkiyê lihemberî hevdîtina wezîra derve ya Swêdê bi endamên PKKê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317587-hêrsbûna_rayedarên_tirkiyê_lihemberî_hevdîtina_wezîra_derve_ya_swêdê_bi_endamên_pkkê_re
Hikûmeta Tirkiyê rexne li hevdîtina wezîra derve ya Swêdê bi endamên PKKê û YPG re girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • Hêrsbûna rayedarên Tirkiyê lihemberî hevdîtina wezîra derve ya Swêdê bi endamên PKKê re

Hikûmeta Tirkiyê rexne li hevdîtina wezîra derve ya Swêdê bi endamên PKKê û YPG re girt.

Malpera televîziyona Tirkiyê ya TRT ragihand ku wezareta derve ya vî welatî îro înê bi weşandina daxuyaniyekê bal kişand ser hevdîtina wezîra derve ya Swêdê Anna Maria Lindh bi endamên PKKê û YPG re û ragihand: Ev karê wezîra derve ya Swêdê ji ber cih û şûna ku wê heye pis û gumanên zav derbarê helwêst û siyaseta Swêdê derbarê şerê li dijî terorîsmê çê kiriye û hevdîtina bi baskê leşkerî yê vê komê re rewşê xirabtir dike.

Wezareta derve ya Tirkiyê herwiha diyar kiriye ku berdewamiya xebata li dijî gişt şiklên terorîsmê wezîfeya cîhanî daye zanîn.

Hikûmeta Tirkiyê bi heceta şerê li dijî terorîsm û PKKê heya niha bi sedan kesên sivîl li Tirkiye, Iraq û Sûriyê kirine gorî.