Di teqîna li Sakarya Tirkiyê de herî kêm 3 leşker mirin
Li Sakaryayê ya Tirkiyê wesayîtek leşkerî teqiya. Di encama teqînê de hate gotin, 3 leşker mirine, 6 kes jî birîndarbûne.
Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê, duh danê nîvro wesayîteke leşkerî teqiya. Piştî teqînê gelek ambûlans û agirkûj şandin herêmê. Wesayît di encama teqîna ku heya niha sedema wê ne hatiye zanîn de bi temamî têkçû.
Li gorî agahiyan di encama teqînê de 3 leşker mirine û 6 jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê, Walî û Şaredarê Sakaryayê dibêjin: Teqîn ji ber veguhestina fîşekên hewayî pêkhatiye.
Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê di encama teqîna 3’yê Tîrmehê de ya li febrîqeya fîşekên hewayî ya Buyuk Coşkûnlarê 7 kes miribûn, zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn. Komek bi navê Însiyatîfa Zarokên Agir berpirsyariya çalakiyê dabû ser milê xwe.