Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317561-li_sakaryayê_teqîn_3_leşker_mirin
Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê di kamyona ku fişekên hewayî vediguhezand de teqîn rû da. Hat ragihandin ku ji 5 leşkerên birîndar bûne 3 leşker mirin e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2020 11:52 Asia/Tehran
  •  Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin

Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê di kamyona ku fişekên hewayî vediguhezand de teqîn rû da. Hat ragihandin ku ji 5 leşkerên birîndar bûne 3 leşker mirin e.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê teqînek rû da. Hat zanîn ku teqîn di kamyona fişekên hewayî vediguhezand qewimiye û gelek komên agirkuj û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî zanyariyên ewil di teqînê de 5 leşker û welatiyek birîndar bû. Hat ragihandin ku ji van 5 leşkeran 3 leşker mirine.Li herêma teqîn pêk hatiye gelek kanên xîzê, qijleyên leşkeriyê û şantiyeya rêya bejahiyê ya Marmaraya Bakur hene." 

Çend roj berê di fabrîkaya fişekên hewayî ya li navçeya Hendeka Sakaryayê de teqînek mezin rû dabû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi ser 100 kesî re birîndar bûbûn.