Biryara Federasiyona Fûtbala Tirkiyê bi kêrî Amed Spor hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317545-biryara_federasiyona_fûtbala_tirkiyê_bi_kêrî_amed_spor_hat
TFF'ê biryar da ku Lîgên 2'yemîn ûi 3'yemîn neyên lîstin. Amed Spor jî di nav de vê biryarê bandor li hin tîman kir.
(last modified 2026-07-21T16:10:58+00:00 )
Tîrmeh 09, 2020 06:32 Asia/Tehran
  • Biryara Federasiyona Fûtbala Tirkiyê bi kêrî Amed Spor hat

TFF'ê biryar da ku Lîgên 2'yemîn ûi 3'yemîn neyên lîstin. Amed Spor jî di nav de vê biryarê bandor li hin tîman kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê biryar da ku Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ku ji ber Vîrûsa Koronayê hatibûn rawestandin wisa bi dawî bibin û berdewama wan neyê lîstin. Ev daxwaza van klûban bû jî.

TFF'ê hin tîm derxistin lîgek jortir, hin dê play-offê bilîzin û hin jî ketin lîgên jêrin.

Encam ji bo Lîgen 2'yemîn

Li gor vê di Lîga 2'yemîn de Koma Spî de lîder Samsun û di Koma Sor de lîder Bandirma dê derbasî Lîga 1'emîn a TFF'ê bibin.

Di Koma Spî de Şanliurfa ji lîgê hat xistin ku sala bê dê Lîga 3'yemîn de bilîze. Di Koma Sor de jî Kardemir Karabuk bi heman awayî ji lîgê xist.

Amed Spor ku di Koma Spî de ji jêr de di rêza sêyemîn de bû di komê de ma, sala bê dîsa dê Lîga 2'yemîn de bilîze. Amed Spor ku bi taybetî îsal gelek neheqî lê hat kirin ev biryar ji bo wê baş bû.

Di di Koma Spî û Sor de tîmên ku di rêza duyemîn û heta pêncemîn de ne dê bi hev re play offê bilîzin û ji wan herî dawî kîjan bi ser bikeve dê derkeve Lîga 1'emîn.

Encam ji bo Lîgen 3'yemîn

Di Lîga 3'yemîn Koma 1'em de Serîk Belediye, Koma 2'yemîn de Koceli, Koma 3'yemîn de Karacabey Belediye ku ev tîm lîderên koman bûn terfî girtin û sala bê dê di Lîga 2'yemîn de bilîzin.

Ji Lîga 3'yemîn Tokatspor A.Ş. û Manisaspor ji bi awayekî matematîkî ji lîgê ketin amatorê.

Di Lîga 3'yemîn de tîmên ku di rêza duyemîn û heta pêncemîn de ne dê bi hev re play offê bilîzin û ji wan yek dê derkeve Lîga 2'yemîn.

Lîgên Amator

TFF'ê ji bo Liga Amator a Herêmkî jî biryar da û got ku ku dê lîderê Koma 11'emîn derkeve Lîga 3'yemîn.

Tîmên bajarên kurdnişîn

Ji tîmên bajarên kurdan di Lîga 2'yemîn de Amed Spor û Wan BB, di Lîga 3'yemîn de Cîzre Spor, Agri 1970 Spor, Elezîz Belediye, Diyarbekir, Batman Petrol Spor tu tiştek ji bo wan neguherî, sala bê dîsa dê li heman lîgê bilîzin.