Ciyê keleka li Behra Wanê wenda bûbû hat tesbîtkirin
Walîtiya Wanê: "Ciyê keleka li Behra Wanê wenda bûbû hatiye tesbîtkirin. Ji bona derxistina cinazeyan û kelekê xebat dest pê kirine."
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Wanê di encama xebatên lêgerînê da ku di 27ê Hezîranê da li ser nûçeya di Behra Wanê da kelekek wenda bûye dest pê kiribûn ciyê kelekê hat tesbîtkirin.
Ji bo dîtina keleka ku li Taxa Altinsaça Gevaşê çûbû nava Behra Wanê û paşê jî tu xeber jê nehatibû hildan, ekîban serê sibehê cardin dest bi xebatan kirin.
Li ser Behra Wanê Tîma Ewlekariya Navxweyî ya Cendirmeyan ku ji 45 kesan pêk tê ji hewa û bejayê va û her wiha ekîbên JAK, Ewlehiya Qeraxan, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û ekîbên tenduristiyê xebatên lêgerînê domandin.
Di xebatên ku ji Hêzên Deryayî jî tîmek beşdar e da tîma SAKê ya ji 6 kesan pêk tê û Wezareta Parastina Neteweyî ji Stenbolê şand jî piştgiriyê dan.
Ekîb bi 4 cîhazên sonarê û 4 cihazê kişandina dîmenê binê avê (ROW) va di binê golê da li kelekê geriyan.
Ekîban piştî xebatên lêgerînê ku 10 roj e didomin ciyê kelekê tesbît kirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Wanê da hat destnîşankirin ku ciyê keleka li Behra Wanê wenda bûbû hatiye tesbîtkirin û wiha hat gotin: "Kelek li peravên Çarpanakê 106,5 mêtro di kûrahiyê da hat dîtin. Ji bona derxistina cinazeyan û kelekê xebat dest pê kirine."
- Bûyer
Li Wanê 27ê Hezîranê ji Sedat û Medenî Akbaşê ku li Taxa Altinsaça navçeya Gevaşê bi keleka xwe ajotin nava Behra Wanê demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê ragihandibû kiribû ku du kes wenda ne.
Li ser îxbarê bi helîkoptera ku kameraya wê ya termal ya bi şev jî dibîne heye, firokeya bêfirokevan û botên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê va di behrê da û li dewrûbera behrê fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin. Di lêgerînan da 12 cesedên ku li gor nirxandinê biyanî ne, hatibûn dîtin; lê belê tu şopeke kelekê nehatibû dîtin. 5 kesên ku piştî bûyerê hatibûn binçavkirin jî hatibûn girtin.