SES'a Manîsayê: "Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317409-ses'a_manîsayê_dibe_ku_zivistanê_rewş_xirabtir_bibe
Hevseroka Şaxa SES a Manîsayê Fîgen Pehlîvan, bal kişand ser zêdebûna pêketiyan ku pişyî pêvajoya "asayîbûnê" dest pê kir û got, dibe ku zivistanê pêvajoyeke zehmetir dest pê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2020 08:31 Asia/Tehran
  • SES'a Manîsayê:

Hevseroka Şaxa SES a Manîsayê Fîgen Pehlîvan, bal kişand ser zêdebûna pêketiyan ku pişyî pêvajoya "asayîbûnê" dest pê kir û got, dibe ku zivistanê pêvajoyeke zehmetir dest pê bike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Manîsayê Fîgen Pehlîvan, anî ziman ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kir li bajêr hejmara pêketiyan zêde bûye. 

REWŞA LI NEXWEŞXANEYAN 

Pehlîvan, da zanîn ku niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Merkez Efendî û Nexweşxaneya Bajêr hezar û 600 kes tedawî dibin û 25 xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Tûrgûtlûyê dixebitin jî tûşî vîrûsê bûne. Pehlîvan diyar kir ku ji ber ku li nexweşxaneyan dev ji pergala xebatê ya dorveger hatiye berdan rewşek wê rû daye û got: "Loma li nexweşxaneyan hejmara pêketiyan zêde bûye. Hikûmetê, dev ji tenduristiya me û ya gel berdaye, guh dide sermayeyê û bazarê."

Pehlîvan, destnîşan kir ku ger di şewbê de rewşeke pîkî çêbibe wê kedkarên tenduristiyê nikaribin ji bin vî barî rabin û got, di pêş de divê di warê derûnî de piştgiriya xebatkarên tenduristiyê û zarokên wan bê kirin. Pehlîvan, got: "Zarokên me ji vîrûsê tirsiyan, em jî tirsiyan ku ji ber me zarokên me pêkevin. Bi mehan me dest neda hezkiriyên xwe." Her wiha Pehlîvan, diyar kir ku Desteya Pandemiyê ya Bajêr di pêvajoya şewbê de tu agahî bi rêxistinên tenduristiyê re parve nekirine û got, serlêdanên wan yek jê jî nehatiye qebûlkirin. Pehlîvan, anî ziman ku bi taybetî ji ber kêmaniya ekîpmana parastinê ya li saziyên tenduristiyê yên taybet kedkarên tendurustiyê tûşî vîrûsê bûne. Pehlîvan, da zanîn ku niha li Îzmîrê bijîşkek tedawî dibe û got: "Nexweşên ku ji ber şewbê nediçûn nexeşxaneya dewletê çûn ên taybet. Ji ber ku li van deran hejmara qebûlkirina nexweşxan jî nehatiye sînordarkirin û ekîpmana parastinê tunebûye kedkarên tenduristiyê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane." 

HIŞYARIYA JI BO ZIVISTANÊ 

Pehlîvan, anî ziman ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ya Manîsayê gelek karker bi şewbê ketine û got, hin karkerên li pîşesaziyê dişixulin û bi şewbê ketine ji tirsa ku dê karê wan ji dest wan biçe rewşa xwe ranegihandine. Her wiha Pehlîvan, bilêv kir ku karkerên çandiniyê jî bi awayekî derî qeydkirin û bê temînat tên şixulandin û ji ber vê ji bo şewbê nehatine kontrolkirin. Her wiha Pehlîvan, got dibe ku Havînê di nav karkerên çandiniyê de şew belav bibe. Pehlîvan, destnîşan kir ku wekî ku rayedar dibêjin hê pêla ewil neqediyaye û got, dibe ku zivistanê pêvajoyeke zehmetir dest pê bike. Pehlîvan, got: "Ji dêvla ku tiliya xwe ji me re bihejînin, divê daxwazên me bên qebûlkirin û testa me bê kirin."