Li Tirkiyê; 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317403-li_tirkiyê_27_jin_di_meha_hezîranê_de_hatin_qetilkirin
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) da xuyakirin k udi meha Hezîranê de 27 jin hatin qetilkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2020 05:45 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê; 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin

Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) da xuyakirin k udi meha Hezîranê de 27 jin hatin qetilkirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (Kadın Cinayetlerini Durduracağız Platformu) (KCDP), rapora xwe ya meha Hezîranê aşkere kir. Di raporê de, hat dest nîşan kirin ku di nava mehekê de 27 jin ji aliyê zilam ve hatin qetilkirin.

KCDP’ê, da zanîn ku li welat her roj cînayetên jinan rû didin, tundiya li ser jinan û îstîsmara li dijî zarokan zêdetir dibin. KCDP’ê di rapora xwe de bal kişand ser awayê kuştinên jinan û wiha got: “Ji 27 jinên hatin qetilkirin, sedema kuştina 11 jinan nehat tespît kirin, 2 jê ji ber hincetên aborî, 14 jê ji ber xwestin derbarê jiyana xwe de biryar bidin hatin kuştin.” 

KCDP’ê di dawiya rapora xwe de, xwest ku sedemên kuştinên jinan û bersûcên wan bên tespîtkirin û cezayên giran li wan bên birîn."