Keştiya ku di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
Tîrmeh 04, 2020 04:14 Asia/Tehran
Di xebatên lêgerîna keştiya penaber a ku di Gola Wanê noqî avê bû de, cenazeyê kesek din hat dîtin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Gola Wanê, keştiya ku penaber bar kiribûn di 27’ê Hezîranê de noqî avê bibû û di lêgerîna rizgarkirinê ya dest pê kiribû de, cenazeyê 6 kesan hatibû dîtin. Xebarên lêgerînê heya roja duh dewam dikir. Di lêgerîna heya niha hat kirin de, cenazeyê kesekê din hat dîtin. Tê texmînkirin ku di keştiya noqî avê bû de, ji 60 penaberan zêdetir hebûn.