Artêşa Tirkiyê hêzek zêde şand Biradostê
Tîrmeh 03, 2020 12:14 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê hêzek zêde şand Herêma Biradostê. Dewleta Tirkiyê zextê li pêşmergeyên PDK’ê jî dike daku baregehên xwe ji bo wan bihêlin û herêmê vale bikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, dewleta Tirkiyê hêzek zêde veguhestiye gundên Xelîfan, Gure û Şêrbêge yên li Herêma Biradostê.
Çavkaniyên herêmê diyarkirin ku leşkerên Tirkiyê zextê li pêşmergeyên PDK’ê dikin daku baregehên xwe ji bo leşkerên Tirk bihêlin û wan deran vale bikin.