Artêşa Tirkiyê hêzek zêde şand Biradostê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317374-artêşa_tirkiyê_hêzek_zêde_şand_biradostê
Artêşa Tirkiyê hêzek zêde şand Herêma Biradostê. Dewleta Tirkiyê zextê li pêşmergeyên PDK’ê jî dike daku baregehên xwe ji bo wan bihêlin û herêmê vale bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2020 12:14 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê hêzek zêde şand Biradostê

Artêşa Tirkiyê hêzek zêde şand Herêma Biradostê. Dewleta Tirkiyê zextê li pêşmergeyên PDK’ê jî dike daku baregehên xwe ji bo wan bihêlin û herêmê vale bikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, dewleta Tirkiyê hêzek zêde veguhestiye gundên Xelîfan, Gure û Şêrbêge yên li Herêma Biradostê.

Çavkaniyên herêmê diyarkirin ku leşkerên Tirkiyê zextê li pêşmergeyên PDK’ê dikin daku baregehên xwe ji bo leşkerên Tirk bihêlin û wan deran vale bikin.