Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317370-li_dêrsimê_di_navbera_pkkê_û_hêzên_tirkiyê_de_şer_derket
Li parêzgeha Dêrsimê ya herêmên kurdî li Tirkiyê di navbera hêzên serbazî yên Tirkiyê û hêzên PKKê de şer derket. Tirkiye dibêje, di şer de du hêzênên PKKê jiyana xwe ji dest dane, lê PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket

Li parêzgeha Dêrsimê ya herêmên kurdî li Tirkiyê di navbera hêzên serbazî yên Tirkiyê û hêzên PKKê de şer derket. Tirkiye dibêje, di şer de du hêzênên PKKê jiyana xwe ji dest dane, lê PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.

Li gor agahiyan, şer li sînorê qezaya Pulurê çê bûye ku dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Dêrsimê.

Walîtiya Dêrsimê derbarê bûyerê de ragihandiye, ku şer û pevçûna navbera hêzên Tirkiyê û endamên PKKê di dema birêveçûna operasyoneke hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de derketiye û di encamê de 2 hêzên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor walîtiya Dêrsimê, yekîneyên operasyonên taybet ên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Dêrsimê ve bi piştgiriya balafirên cengî li herêmê dest bi operasyonê kiribû.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser du çekan, ku yek Klaşînkof û ya din M-16 ye.

Derbarê şerê li Dêrsimê û herwiha kuştina kesê bi navê Argeş de, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Walîtiya Dêrsimê herwiha amaje bi berdewambûna operasyonê li herêmê kiriye û destnîşan kiriye, ku ew dê raya giştî ji pêşhatan agahdar bikin.

Di wan demên dawî de, Tirkiyê operasyonên xwe yên li dijî PKKê hem li  herîmên kurdî yên Tirkiyê û hem li Herêma Kurdistanê zêde kirine.