Balafirên şer ên Tirkiyê Behdînan bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317356-balafirên_şer_ên_tirkiyê_behdînan_bombebaran_kir
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li herêma Behdînana barandin. Hate ragihandin ji ber bombeyan ziyan gihiştiye zevî û gundên herêmê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê Behdînan bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li herêma Behdînana barandin. Hate ragihandin ji ber bombeyan ziyan gihiştiye zevî û gundên herêmê.

Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li herêma Behdînan,  gundên dikevin sînorê Batûfa û Dêrelok ên girêdayî Zaxo barandin.

Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê ziyan gihiştiye zeviyên çandiniyê û gundên herêmê.

Eva çend hefte ne artêşa Tirkiyê ku gelek dever li bakura Iraqê xistine bin kontrola xwe bi heceta hebûna hêzên PKKê bi mûşek, topan û balafirên şêr Herêma Kurdistanê xistine ber êrişaê ku di encamê de gelek kesên sivîl bûne gorî.