Volkswagenê projeya fabrîkeya li Tirkiyê betal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317353-volkswagenê_projeya_fabrîkeya_li_tirkiyê_betal_kir
Şîrketa otomotîvê ya Elmanyayê Volkswagen diyar kir ku wan projeya fabrîkeya li Tirkiyê betal kiriye. Berê hatibû diyarkirin wê li vê fabrîkeyê 4 hezar kes bixebitiyana.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2020 15:10 Asia/Tehran
  • Volkswagenê projeya fabrîkeya li Tirkiyê betal kir

Şîrketa otomotîvê ya Elmanyayê Volkswagen diyar kir ku wan projeya fabrîkeya li Tirkiyê betal kiriye. Berê hatibû diyarkirin wê li vê fabrîkeyê 4 hezar kes bixebitiyana.

Şîrketa otomotîvê Elmanyayê Volkswagen diyar kir ku ji ber krîza koronayê di asta global de daxwaza ji bo otomobîlan kêm bûye û ji ber vê jî wan avakirina fabrîkeyê betal kiriye.

Ev fabrîke wê li Manîsayê bihata avakirin û piştre ev proje hatibû sekinandin. Li gorî daxuyaniyê ev proje hate betalkirin.

Bi nîv milyar eûroyan wê proje bihata destpêkirin û salê 300 hezar wesayît wê bihata çêkirin. Wê di vê fabrîkeyê de 4 hezar kes bixebitiyana.

Armanc ev bû ku di dawiya sala 2020’an de dest bi avakirina fabrîkeyê were kirin û di sala 2022’an de jî dest bi hilberînê bihata kirin.

Piştî desdirêjiya dewleta Tirkiyê a li ser bakura Sûriyê ya ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dabû destpêkirin, projeya fabrîkeya li Manîsayê hatibû sekinandin. Şîrketê herî dawîn di meha Sibatê de daxuyanî dabû û biryara xwe ya ji bo fabrîkeyê taloq kiribû.