Li Dêrsimê 29 herêm hatin qedexekirin
Li parêzgeha kurdnişîn a Dêrsima Tirkiyê 29 herêm bo maweyê 15 rojan weke ‘herêmên ewlekariyê yên taybet’ hatin ragihandin û hatûçûna hemwelatiyan li wan deveran hat qedexekirin.
Parêzgariya Dêrsimê daxuyaniyek belav kir û ragihand li 29 herêmên ser bi navend û navçeyên Xozat, Pulur, Qisle û Pilemûriyeyê weke ‘herêmên ewlekariyê yên taybet’ hatine ragihandin.
Li gor daxuyaniya parêzgariyê, biryara qedexekirina wan navçeyan di çarçova operasyonên dijî PKKê li wê navçeyê de hatiye dayîn.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, qedexeya li ser wan 29 herêman îro, 01.07.2020 dest pê dike û dê heta 15.07.2020 berdewam be.