18 kesên din li Tirkiyê bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317284-18_kesên_din_li_tirkiyê_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kiriye 18 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê mirine û hezar û 374 kesên din jî bi Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2020 06:05 Asia/Tehran
  •  18 kesên din li Tirkiyê bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kiriye 18 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê mirine û hezar û 374 kesên din jî bi Koronayê ketine.

Êvara duşemê Wezîrê Tendiruistiya Tirkiyê Fexredîn Koca ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê ragihand di 24 saetên dawîn de yek hezar û 374 pêketiyên nû hatine tomarkirin û jimara pêketiyan gihiştiye 198 hezar û 613 kesan. 

Herwiha 18 kesên din jî ji ber nexwşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, bi vê jimara miriyan, jimara kesên ku ji despêkê heya niha li Tirkiyê ji ber Koronayê can dane gihêştiye 5 hezar û 115 kesan.