Tirkiye; Li Şemrexê ya Mêrdînê 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
Li navçeya Şemrexê, karkerên ku li şantiya rêya hesin a Etî Bakirê ya Holdînga Cengîzê dixebitin 40 ji wan bi vîrûsa koronayê ketin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, di nav hefteya dawîn de 40 karkerên di înşata rêya hesin a di navbera Mêrdîn û Amedê ya Kargeha Etî Bakirê ya Holdînga Cengîzê dixebitin, bi vîrûsa koronayê ketin. Karkerên ku encamên testê wan pozîtîf derketin, li nexweşxaneyên Mêrdîn, Şemrex û Dêrikê tên tedawîkirin.
Ligel ku 40 karker bi vîrûsê ketine jî li şantiyê bi sedan karkerên din tên xebitandin û destûr nayê dayîn ku ji bo tevdîrê biçin malên xwe jî. Raketina li şantiye li karkeran tê ferzkirin û kesên ku dixwazin biçin malên xwe jî gefa jikarderxistinê li wan tê xwarin. Hin karkerên ku me xwe gihand wan, xwestin ku li dijî mezinbûna gefa vîrûsê karê wan bê rawestandin. Karkeran, destnîşan kirin ku li gel rîska bi ketina vîrûsê jî ji ber bêkariyê dengê xwe ji rewşa heyî re dernaxin.
Di meha gulanê de jî li heman şantiyeyê karker ligel gefa vîrûsê jî hatibûn xebitandin û li dijî vê yekê derketibûn û çalakî li dar xistibûn. Ji ber ku tevlî çalakiyê bûbûn 118 karker ji kar hatibûn derxistin."