Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji KOVÎD-19'ê gihişt 170 hezar û 595an
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1356 tûşbûyiyên cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (KOVÎD-19) hatin teşxîskirin, 15 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 48 hezar û 309 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 280 hezar û 144an.
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1356 tûşbûyiyên KOVÎD-19'ê hatin teşxîskirin, hejmara tûşbûyiyan gihişt 197 hezar û 239an. 15 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 97an.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 413 kesan, hejmara rehetbûyên ji KOVÎD-19'ê gihişt 170 hezar û 595an.
Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 996 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 381 e.
- "Bila havîn nebe sedema sistiyê"
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di hejmara tûşbûyiyên nû de li gorî duhê 16, li gorî pêr 40 kêmbûn heye. Hejmara giştî ya rehetbûyên îro, 571 kêm bû. Di kêmkirna tûşbûyiyên nû de em têra xwe xurt û bi tedbîr nîn in. Bila havîn nebe sedema sistiyê."