Tirkiye derbarê êrişên ser bakura Iraqê ji bo veşartina rastiyan dest davêje pênekirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317230-tirkiye_derbarê_êrişên_ser_bakura_iraqê_ji_bo_veşartina_rastiyan_dest_davêje_pênekirinê
Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlemana Iraqê daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û hersê serokatiyên Iraqê kir ku êrişên dewleta Tirkityê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2020 12:21 Asia/Tehran
  • Tirkiye derbarê êrişên ser bakura Iraqê ji bo veşartina rastiyan dest davêje pênekirinê

Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlemana Iraqê daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û hersê serokatiyên Iraqê kir ku êrişên dewleta Tirkityê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestînin.

Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlemana Iraqê di peyamek xwe ya pêşkêşî hersê serokatiyên Iraqê kiriye, daxwaza avakirinek lijneyek yasayî dike ku nûnerê parêzerên navneteweyî jî di nav de be, li dadgeha navneteweyî giliyê Tirkiyeyê bike, da ku tazmînata kesên di bombebaranên wê de ziyan dîtine bide.

Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlemana Iraqê (Koma Kesk) daxwaz ji Wezîrê Derveyê Iraqê û nûnerê Iraqê yê li Konseya Ewlehiyê dike ku ji bo rawestandina bombebarana dewleta Tirkiyê daxwaza civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê bike. Herwiha daxwaz ji serokkomar, serokwezîr û serokê Parlemana Iraqê jî dike ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê hewl bidin.

Têkildarî êrişa hewayî ya duh li Kunemasî jî wiha tê gotin;”Mixabin di vê êrişê de hejmarek geştyar şehîd û birîndar bûn. Ev jî derbaskirina serweriya xaka Iraqê ye û rêz negirtina guftûgoye ku têde balyozê Tirkiyê yê li Iraqê hatibû agahdar kirine.”

Karzanê meselên siyasî yên Tirkiyê Bedrî Furat dibêje Tirkiyê îdia dike ku di êrişên artêşa wê terorîst dibin gorî eva di rewşekê de ye ku piraniya goriyên van êrişên Tirkiyê xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê ne.

Bedrî Furat got ku hikûmeta AKP-MHPê  ji bo dûrkirina fikra rayagiştî ya navxwe ji pirsgirên hundirîn her car dest davêje êrişên ser herêmên kurdî çi di nav Tirkiyê û çi jî li Sûriyê û Iraqê.