HDP: 3 parlamenterên me bi Koronayê ketine
Hezîran 28, 2020 05:38 Asia/Tehran
Partiya Demokratîk a Gelan di daxuyaniyekê de aşkere kir 3 parlementerên wan bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine.
Duh şemiyê 27.06.2020an HDPê bi daxuyaniyekê ragihand encamên pişkinîna 3 parlamenterên wan pozîtîf derketine. Herwiha serokên koma HDPê li parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç ragihandin, tendirustiya her 3 parlamenteran baş e, lê navên wan parlamenteran eşkere nekirin.
Herwiha pêştir jî, çend karmendên parlamentoya Tirkiyê bi Koronayê ketibûn û biryara pişkinînê ji bo Parlamenteran hatibû dayîn.