Bolint Arinç: "Wekhevzanîna hogirên HDP û PKK şaşitiyeke mezin e"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317208-bolint_arinç_wekhevzanîna_hogirên_hdp_û_pkk_şaşitiyeke_mezin_e
Alîkarê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê û endamê Konseya Şêwirmendên Erdoxên di axatinekê da wekhevzanîna hogirên HDP û PKKê wek şaşityeke mezin bi nav kir."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2020 17:01 Asia/Tehran
  • Bolint Arinç:

Alîkarê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê û endamê Konseya Şêwirmendên Erdoxên di axatinekê da wekhevzanîna hogirên HDP û PKKê wek şaşityeke mezin bi nav kir."

Li gorî rapora Kurd Pressê, Bolint Arinç, Alîkarê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê û endamê Konseya Şêwirmendên Erdoxên û ji siyasetvanên nasyar ên AKPê di axaftinekê da tevî amajeya bi hilbijartina xwecihî ya 2019an û serketina Ekrem Îmamoxlû di vê hilbijartinê da ji Istenbolê got: "Îmamoxlû sedî sed bi piştevaniya alîgirên HDPê bi ser ket. Divê meriv dîn be ku vê yekê nebîne. Ev yek jî divê were gotin ku, ew ne bi piştevaniya PKKê, belkî bi piştevaniya alîgirên HDPê bi ser ketiye. Hevsengzanîna PKK û alîgirên HDPê şaşitiyeke pirr gir e."

Li gorî nivîsîna rojnameya Sozçiyê, Alîkarê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê û endamê Konseya Şêwirmendên Erdoxên her wiha got: "Alîgirên kurd ên HDPê û alîgirên din ên vê partiyê li Stenbolê Îmamoxlû vebijartin. Alternatîva AKPê çî ye? Bersiva vê pirsê pirr dijwar e. Dema em li rapirsînan dinêrin, dengê CHPê gihîştiye nêzikî sedî 25ê."