Şewba Koronayê Parlimana Tirkiyê betal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317187-Şewba_koronayê_parlimana_tirkiyê_betal_kir
Zêdebûna babetên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li Parlimana Tirkiyê bû sebeb ku ev sazî heta 30ê Hezîranê were girêdanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2020 06:16 Asia/Tehran
  • Şewba Koronayê Parlimana Tirkiyê betal kir

Zêdebûna babetên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li Parlimana Tirkiyê bû sebeb ku ev sazî heta 30ê Hezîranê were girêdanê.

Li gorî rapora Servîsa wergerê ya Shafaghnayê ji zarê rojnameya Huriyetê, Roja 24ê Hezîranê heft babetên nû yên tûşbûnê li nav endamên Paarlimana Tirkiyê hat ragihandin.

Li gorî vê raporê, Vê dawiyê jîê 19 kes ji kadroya kedkarên Parlimana Tirkiyê bi Koronayê ketine.

Heta roja 25ê Hezîranê; Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine.

Her wiha 21 kesî jî jiyana xwe ji dest daye. Wezîrê Tenduristiyê yên Tirkiyê, Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 458 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 193 hezar û 115 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 46.