Gunay: "Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317181-gunay_operasyona_li_dijî_kcd'ê_dijminantiya_kurdan_e
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, serdegirtina polîsan a KCD'ê û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir û got: "Ev encama polîtîkayên li dijî Kurdan e. Ji ber AKP dijminantiya Kurdan dike di çend salên dawî de hewl didin ku KCD'ê kriminalize bikin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2020 19:26 Asia/Tehran
  •  Gunay:

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, serdegirtina polîsan a KCD'ê û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir û got: "Ev encama polîtîkayên li dijî Kurdan e. Ji ber AKP dijminantiya Kurdan dike di çend salên dawî de hewl didin ku KCD'ê kriminalize bikin."

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil operasyon û serdegirtina li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şermezar kir û wiha got: "Îqtîdar bi van operasyonan carek din dijminantiya xwe ya Kurdan aşkere dike. KCD kongreya herêmê ya ku partiya me jî di nav de ye. KCD ji bo yekîtiya herêmê bû bêhnek. KCD di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî fermî ji aliyê meclîsê ve hat qebûlkirin. Wekî vîna gelê herêmê hat dîtin. Lê di salên dawî de ji ber AKP li dijî gelê Kurd dijminantiyê dike, hewl dide ku KCD'ê kriminalize bike. Zext û tundiya li ser KCD û saziyên Kurdan zêde dike."