25ê Hezîranê; Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
Hezîran 26, 2020 05:02 Asia/Tehran
Li Tirkiyê duh hezar û 458 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine.
Her wiha 21 kesî jî jiyana xwe ji dest daye. Wezîrê Tenduristiyê yên Tirkiyê, Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 458 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 193 hezar û 115 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 46.