Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317161-di_erdheja_wanê_de_gelek_avahî_û_axuran_xesar_dît
Hat diyarkirin ku di erdheja bi pîleya 5.4 ku li navçeya Qelqeliye pêk hat de gelek avahî û axuran xesar dîtine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2020 04:53 Asia/Tehran
  •  Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît

Hat diyarkirin ku di erdheja bi pîleya 5.4 ku li navçeya Qelqeliye pêk hat de gelek avahî û axuran xesar dîtine.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di erdheja bi pîleya 5.4 ku li navçeya Qelqeliyê ya Wanê pêk hat de gelek gundan xêsar çêbû. Li gundê Selexaneyê yê navçeya Payîzavayê gelek avahiyan xesar dît. Dîsa li gundên nêzî sînorên Îranê yên navçeyên Qelqelî û Seravê jî ku di erheja beriya niha de xesar dîtibûn,  di avahî û axuran de gelek xesar pêk hatin.

Derbarê mirinê de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn lê hat ragihandin ku dema erdhejê kesekî xwe ji paceya mala xwe avêtiye û piyê wî şikiyaye û ew rakirina nexweşxaneyê.