ÎBB'ê tabloyê F. Sultan Mehmet bi 935 hezar û 250 sterlînî kirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317159-Îbb'ê_tabloyê_f._sultan_mehmet_bi_935_hezar_û_250_sterlînî_kirî
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) tabloya ku têde Fatih Sultan Mehmet ligel kesekî din hatibû çêkirin bi 770 hezar sterlînî kirî. Tablo heta niha di nav berhemên National Gallery de bû, di mezatê de îro hat kirîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 26, 2020 04:48 Asia/Tehran
  •  ÎBB'ê tabloyê F. Sultan Mehmet bi 935 hezar û 250 sterlînî kirî

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) tabloya ku têde Fatih Sultan Mehmet ligel kesekî din hatibû çêkirin bi 770 hezar sterlînî kirî. Tablo heta niha di nav berhemên National Gallery de bû, di mezatê de îro hat kirîn.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Dema Padîşahê Împaratoriya Osmanî Fatîh Sultan Mehmet sax bû ev tablo hatiye çêkirin. Ev tablo ji sê tabloyên ku wê demê hatiye çêkirin yek e û orjînal e. Tablo ji aliyê wênesazê îtalî Gentile Bellini ve di sala 1480 de hatiye çêkirin.

Îro li salona Christie's a li Londonê di mezatê de hat firotin û ÎBB'ê bi 770 hezar sterlînî (nêzî 6.5 mîlyon TL) kirî.

Mezaxaneya Christie's diyar kir ku ligel komîsyona ku dê bidin wan tablo bi ser ÎBB'ê bi 935 hezar û 250 sterlînî (li dor 7 mîlyon û 950 hezar TL)  bûye mal.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ji bo çêkirina metroyan nekarî ji hikumetê yan ji bankeyên Tirkiyê krediyê bistîne çû ji derveyî Tirkiyeyê pere peyda kirin û ligel ku qala tunebûna butçeyê dikir çû ewqas pere ji bo tabloyê xerc kir.

Îmamoglu ji ser hesabê xwe yê twittirê re agahiya kirîna tabloyê da şopînerên xwe. Şaredarê Enqereyê jî ew pîroz kir.