Mismarî: Hîn Tirkiye çekan dişîne Lîbya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317146-mismarî_hîn_tirkiye_çekan_dişîne_lîbya
Berdevkê hêzên Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî diyar kir ku hîn balafirên Tirkiyê çekan dişînin Misrata û Miêtîqayê yên Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2020 18:05 Asia/Tehran
  • Mismarî: Hîn Tirkiye çekan dişîne Lîbya

Berdevkê hêzên Xelîfe Hefter yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî diyar kir ku hîn balafirên Tirkiyê çekan dişînin Misrata û Miêtîqayê yên Lîbyayê.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirkiyê hîn bi balafiran bi berdewamî çekan dişîne Misrata û Miêtîqayê yên Lîbyayê

Mismarî destnîşan kir ku hinek alavên leşker-deryayî yên dewleta Tirkiyê li beramberî beravên Lîbyayê yên rojava jî rawestiyayî ne.

Mismarî dazanîn ku hêzên wan perwerdeyeke şer li herêma rojavayê Sêrtê dîtiye û ji bo her êrişekê amade ne û got;”Hêzên me baş dizanin ku hebûna dewleta Tirkiyê li Lîbyayê ne tenê gefê li welêt, lê belê li giştî herêmê dixwe.

Ji berî niha Konseya Ewlehiyê ya NY’ê ji bo çek derbasî Lîbyayê nebin qedexe danî bû. Herwiha di konferansa Berlînê ya ji bo ragirtina çekan a ji bo hikûmeta Trablûsê de jî, Tirkiyê soz dabû. Lê dewleta Tirkiyê berdewam çekan dişîne.

Berî çend rojan, YE bang li Tirkiyê kiribû ku pabendî biryarên NY’ bibe û çekan neşîne û êdî destwerdanê li Lîbyayê neke

Ji aliyê din ve malpera Îtamîl Radar ku çavdêriya firîna balafirên barhilgirt dike, piştrast kir ku du balafirên leşkerî yên corê C-130E ji Stenbol çûne Misrata ya Lîbyayê.