Di erdheja Wanê de hejmareke avahî ziyan dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317143-di_erdheja_wanê_de_hejmareke_avahî_ziyan_dîtin
Li bajarê Wanê ya kurdên Tirkiyê erdhejek bi hêza 5.4 pileya rîşter qewmî û hejmareke avahî ziyan dîtine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2020 15:50 Asia/Tehran
  • Di erdheja Wanê de hejmareke avahî ziyan dîtin

Li bajarê Wanê ya kurdên Tirkiyê erdhejek bi hêza 5.4 pileya rîşter qewmî û hejmareke avahî ziyan dîtine.

Îro Pêncşemê 24ê Herîranê erdhejekê bi hêza 5.4 rîşteran bajarê Wanê hejand û Navenda erdhejê li navçeya Qeleqeliyê ye, ku 62 ji rojhilatê bajarê Wanê ve dûr e.

Di erdhejê de gelek gundan avahiyan ziyan dîtine.

Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez derbarê erdhejê de da zanîn ku li hin gundan di malan de xesar heye û wan li herêmê xebatên tesbîtkirina ziyanê dan destpêkirin.

Mehmet Bilmez destnîşan kir ku ligel navenda bajêr, li gundên wê jî xebatên kontrolê didomin û wiha got: “Di kontrolên me yên li navenda Qeleqeliyê û gundên wê de diyar bû ku li gundekî maleke beşek jê hilweşiyaye, ji xeynî vê ziyaneke canî tuneye. Lêbelê me agahî wergirt ku li hin gundan di malan de xesar çêbûne. Tîmên me diçin wan navçeyan. Hevalên me li herêmê dest bi xebatên tesbîta xesarê kirin.”