Şandeke AKPê serdana HDPê kir
Berpirsên AKP û HDPê li parlemana Tirkiyê civînek encam dan.
Şandeke Fraksiyona partiya serdest a AKPê îro li parlemanê serdana fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.
Hevdîtin û danûstandinên derbarê projeyasa li ser baroyan ku ji aliyê AKPê ve hatiye amadekirin, berdewam in.
Şandeke fraksiyona AKPê ku ji wekîlên serokê fraksiyona wê partiyê, Cahît Ozkan û Bulent Turan pêk dihat îro li parlemanê li gel wekîlên serokê Fraksyona HDPê, Saruxan Uluç, Meral Daniş Beştaş û Abdullah Koç û Zuleyxa Gulum civiya.
Herwiha di çarçova danûstandinên derbarê wê projeyasaya baroyan de, şanda AKPê li gel berpirsên Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya ÎYÎ jî civiya.
Li gor plana nû ya hikûmeta Tirkiyê, li bajarên ku hejmara parêzeran 5 hezaran zêdetir e, rê pê dayîn ku baroyeke din bê vekirin merc jî kombûna herî kêm 2 hezar parêzeran de li dor wê baroyê.
Li bajarên Îzmîr, Enqere û Stenbolê ku rêjeya ji sedî 68 a Yekîtiya Baroyan pêk tînin, rê tê dayîn baroyên nû bên vekirin û herwiha qebûlkirina endamtî û serlêdana bo baroyan dê neçar be.
Her li gor zanyariyan ew projeyasaya ku ji aliyê hikûmetê ve bi piştevaniya MHPê hatiye pêkanîn hefteya bê, roja Înê dê pêşkêşî parlemana Tirkiyê bê kirin.
Herwiha Serokên baroyên bajarên Tirkiyê bi taybet yên herêmên kurdî berî niha bi mebesta protestokirina plana hikûmeta Tirkiyê ya guhertina sîstema hilbijartina baroyan, ber bi Enqera paytexta Tirkiyê ve meşek dabûn destpêkirin.