Sancar: "Ji bo em dîwarên tirsê hilweşînin meşiyan"
Hezîran 24, 2020 06:19 Asia/Tehran
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ji bo dîwarê tirsê hilweşînin meşiyan û derbarê meşa baroyan de jî got: “Tişta ku baro jî dikin ev e. Baro jî ji bo qefesa hesin li wan tê ferzkirin red bikin dimeşin.”
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, "Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîhat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî. Sancar têkildarî “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe axivî û got:
“Ji bo em bi vê meşê hemû welat hembêz bikin ji Edîrneyê û Colemêrgê meşiyan. Me bi van meşan got hûn nikarin îradeya me desteser bikin. Me ji seriyekî heta serê din ê welat xelkê xwe pêşwazî kir. Her du bask jî xwedî wateyên girîng bûn.” Sancar diyar kir ku meşa wan a qonaxa ewil dibe li Enqereyê bi dawî bûbe lê wê ev meşa wan bidome."