Elmanyayê 'bi dizî' têra xwe çek firot Tirkiyê
Li gorî agahiyên bazirganiya çekan ku Elmanyayê bi gotina "veşartî" ye eşkere nekir, par bi buhayê 344 milyon û 600 hezar Euroyan çek û cebilxane firotin Tirkiyê.
Hikumeta Elman a bi serokwezaretiya Angela Merkel hefteya derbasbûyî rapora li ser firotina çekan a sala 2019'an bi rengekî fermî eşkere kiribû. Lê belê di raporê de tenê agahiyên li ser çekên ji bo welatên li derveyî Yekîtiya Ewropayê û endamên NATO'yê eşkere kir. Di raporê de nehatibû eşkerekirin ku ji Tirkiyê re çiqas çek hatiye firotin.
Di raporê de hatibû gotin, "Ji ber pîvana parastina sirên bazirganiyê nabe ku zanyariyên welatan bên weşandin."
Bi biryara nepenîtiyê Elmanyayê eşkere nekir ku ji 45 welatan çiqas çek firotiye 35 welatan.
Li gorî nûçeyeke taybet a ku Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) bi aboneyên xwe re parve kir, bazirganiya çekan a bi Tirkiyê re ku zanyariyên wê nehate eşkerekirin, beşeke girîng a bazirganiya çekan a Elmanyayê ye.
Ajansê cih da agahiyên Wezareta Aboriyê ya Elman a bi gotina 'veşartî' ye, par ji Tirkiyê re bi buhayê 344 milyon û 600 hezar Euro malzemeyên şer hatine firotin.
Piştî ku dewleta Tirkiyê di Cotmehê de li dijî kurdên Sûriyê dest bi êrişa dagirkeriyê kir, hikumeta Merkel îdîa kiribû ku wan bazirganiya çekan a bi rejîma Enqerê re rawestandine.
Ji ber vê yekê jî di belgeya 'veşartî' ya Wezareta Aboriyê de tê îdîakirin ku çekên dibe ku li Sûriyê bên bikaranîn ji Tirkiyê re nehatine firotin. Lê belê di lîsteya bi sernavê "Çekên şer" de tê gotin ku ji Tirkiyê re malzemeyên leşkerî yên tank, helîkoptera leşkerî, top û balafirên şer hatine firotin.
Desdirêjiya dewleta Tirkiyê ku sala 2018'an tevî çeteyên xwe li dijî Efrînê da destpêkirin, tevî ku "li dijî hiqûqa navneteweyî" hate pênasekirin jî Elmanyayê bi buhayê 242 milyon û 800 hezar Euroyan çek firotibûn hikûmeta Erdogan. Tirkiye di nava welatên ku bazirganiya çekan pê re hatiye kirin di rêza destpêkê de bû.