Macron: Tirkiye bi lîstikeke xeter dilîze
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317067-macron_tirkiye_bi_lîstikeke_xeter_dilîze
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nerazîbûn nîşanî şerê Tirkiyê li Lîbyayê, yê ku bi destê çeteyên xwe dimeşîne, da. Macron got, "Tirkiye li Lîbyayê bi lîstikeke xeter dilîze."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2020 05:53 Asia/Tehran
  • Macron: Tirkiye bi lîstikeke xeter dilîze

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nerazîbûn nîşanî şerê Tirkiyê li Lîbyayê, yê ku bi destê çeteyên xwe dimeşîne, da. Macron got, "Tirkiye li Lîbyayê bi lîstikeke xeter dilîze."

Keştiyeke Fransayê ya li Derya Sipî beriya çend hefteyan bûbû hedefa gef û geryana keştiyên Tİrkiyê. Piştî bûyerê Wezareta Parastinê ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku keştiyên dewleta Tirkiyê di asteke 'êrişkar' de tevgeriya ne. Wezaretê bang li NATO'yê kiribû ku dest ji nêzîkatiya xwe ya girtina çavên xwe ser karên Tirkiyê berde.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tûnisê Qeys Sayed re ya li Parîsê hişyarî da ku dewleta Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe li Lîbyayê şer dike.

Macron got, "Tirkiye li Lîbyayê bi lîstikeke gelekî xeter dilîze û li dijî angajmanên konferansa li Berlînê tevdigere" û diyar kir ku di nava rojê de wî ev gotinên xwe ji Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp re jî ragihandiye.

Macron destnîşan kir, şerê qirêj ku Tirkiye li Lîbyayê dimeşîne hem ne li gorî berjewendiyên cîranan e hem jî ne li gorî berjewendiyên Lîbyayê ye û got, "Di heman demê de li dijî berjewendiyên herêmê û Ewropayê ye."

Macron rola welatên curbicur ên di şerê navxweyî yê Lîbyayê de rexne kir û got, "Divê hewldanên yekalî yên ku bi destwerdana ji derve û bi rêya şer hewl didin li Lîbyayê bibin xwedî pozîsyon bi dawî bibin."

Macron di dawiyê de derbarê rewşa Lîbyayê got: 'Ev rewş ne ya xwelêragirtinê ye'.