YE: Tirkiye zimanê hêzê bikar tîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317060-ye_tirkiye_zimanê_hêzê_bikar_tîne
Yekitiya Ewropa (YE) diyar kir ku Tirkiyê zimanê hêzê bikar tîne û bi hezaran çeteyan dişîne Lîbyayê. YE'yê got: "Têkildarî rewşa Lîbyayê em li pêşberî gereke nû ya Astanayê ne."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2020 19:35 Asia/Tehran
  • YE: Tirkiye zimanê hêzê bikar tîne

Yekitiya Ewropa (YE) diyar kir ku Tirkiyê zimanê hêzê bikar tîne û bi hezaran çeteyan dişîne Lîbyayê. YE'yê got: "Têkildarî rewşa Lîbyayê em li pêşberî gereke nû ya Astanayê ne."

Nûnerê herî bilind ê siyaseta derve û ewlehiyê ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell banga pêkanîna agirbestê û ji nû ve destpêkirina gerên 5+5 li aliyên Lîbyayê kir. Borrell got, Yekitiya Ewropa  ji bo Lîbyayê li pêşberî gereke nû ya Astana  di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye ku berjewendiyên her duyan hevpar in.

YE destnîşan kir ku pêwîst e hebûna leşkerî ya Ewropa li berava Afrîqayê xurt bibe da ku ewlehiya Ewropa were parastin.

Girêdayî heman mijarê berdevkê fermî yê ewropî Peter Stano got: "Em bang li aliyên herêmî yên ku di aloziya Lîbyayê de çalak in dikin ku asta nakokiyê kêm bikin û xebatên danûstandinan xurt bikin. Rewşa Lîbya nakokiyên din û mudexeleyên derve tehemul nake."