Parlemeterê Iy Partiyê: "HDP partiyeke qanûnî ye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317046-parlemeterê_iy_partiyê_hdp_partiyeke_qanûnî_ye
Parlementerê Antalyayê li Parlimana Tirkiyê ji "Partiya Baş" pişta partiya Kurdî ya HDPê girt û ev partî wek Partiyeke Qanûnî ya Tirkiyê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2020 08:47 Asia/Tehran
  • Parlemeterê Iy Partiyê:

Parlementerê Antalyayê li Parlimana Tirkiyê ji "Partiya Baş" pişta partiya Kurdî ya HDPê girt û ev partî wek Partiyeke Qanûnî ya Tirkiyê da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Sozçiyê, Hesen Sûbaşî, Parlementerê Antalyayê li Parlimana Tirkiyê ji "Partiya Baş" (Iy Partî) pişta Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) girt û got: "HDP partiyeke qanûnî ye. hevpeymaniya Komar û desthilat ji vê yekê ditirsin ku weke hilbijartina Şaredariyan, HDP pişta hevpeymaniya Milet bigire. Ji ber vê yekê ye ku bi anîna zextên giran li ser HDPê hewil dide ku cudatiyê vabêje navbera vê partiyê û Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) û Partiya Baş."