PKK: Li 2 helîkopterên Kobra hate xistin
Baskê PKKê yê çekdarî HPG ragihand ku li herêma Heftanînê endamên wê li du helîkopterên Kobra yên Tirkiyê xistine û herwiha 22 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku li Bedlîsê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan operasyon kirin û di encama operasyonê de 2 hêzên PKKê hatin kuştin.
PKKê derbarê şer û pevçûnên li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku lhêzên wê i dijî êrişa artêşa Tirkiyê ya li herêma Heftanînê li ber xwe didin û wan paşve didin.
Li gor daxuyaniya PKKê , 18ê Hezîranê saet 22.00 û 19ê Hezîranê saet 14.30an hêzên wan li herêmê li dijî yekîneyên artêşa Tirkiyê du çalakî li dar xistine û di encamê de 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
PKKê dibêje ku 19ê Hezîranê saet di 10.45an yekîneyên artêşa Tirkiyê hewl didan ji Girê Hemze ber bi Girê Qesrokê biçin, lê hêzên wê li dijî wan çalakiyek li dar xistine û di wê çalakiyê de jî 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
PKKê tekez kiriye ku artêşa Tirkiyê piştî çalakiyê bi helîkopteran ew herêm bombebaran kiriye û hêzên wan li helîkopteran dane û helîkopter neçar mane ku ji herêmê vekişin.
Li gor daxuyaniyê di heman rojê de saet di navbera 20.00 û 21.00an de balefirên şer û helîkopteran li herêma Xantûrê dane û hêzên PKKê derb li helîkopterekê dane û dîsa saet di navbera 20.00 û 00.00an de helîkopteran hewl dane herêmê bombebaran bikin, ev helîkopter jî bûne hedefa hêzên wan û li vê derê jî hêzên PKKê derbe li helîkopterekê dane.
Heta niha aliyên peywendîdar ên Tirkiyê derbarê vê yekê de ti daxuyanî nedane.
Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku li navça Tetwanê ya Bedlîsê Tevgera Taybet a Cendirmeyan operasyon kirin û di encama operasyonê de 2 hêzên PKKê hatin kuştin.
Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li Heftanînê hejmareke teqemenî û mayînên PKKê bi cih kiribûn hatin paqijkirin.