Artêşa Yewnanistanê Tirkiye hişyar kir
Artêşa Yewnanistanê duh ragihand ku amade ye bersiva êrişên dewleta Tirkiyê yên li derya Egê bide û diyar kir ku "Çi kesê lingê xwe derbasî xaka Yewnanistanê bike, em ê bişewitînin."
Malpereke nûçeyan a Yewnanistanê daxuyaniyên serokê desteya erkanê ya artêşa Yewnanistanê Constantius Florus ragihand ku dibe nakokiyên leşkerî bi Tirkiyê re çêbin heger Enqere xetên sor derbas bike.
Constantius Florus destnîşan kir ku nakokiyên leşkerî muhtemel e çêbin û tu kes nikare vê yekê dûr bixe û heger tiştekî wisa çêbe dê ne tenê li nuqteyekê be, lê belê dê berfireh bibe.
Constantius Florus diyar kir hêzên ku êrişî hêzên çekdar ên Yewnanistanê bikin, dê bertêleke giran bidin. Her wiha heger Yewnanistan rastî her êrişekê were Atîna dizane wê demê çê bike.
Wezîrê parastinê yê Yewnanistanê Nikos Panagiotopoulos ragihand ku Atîna amade ye ku her tiştî ji bo parastina mafên serokatiya xwe bike û di nav de xebata leşkerî li dijî Enqere jî cih digire.
Ji bilî liv û tevgerên leşkerî yên Tirkiyê li Derya Sipî, kolandinên vî welatî li nêzîkiya beravên Qibrus û Yewnanistanê û li hevkirina dewleta Tirkiyê û Dewleta Tifaqa Nîştimanî ya Lîbyayê re nakokî û rageşiyên navbera Tirkiye Yewnanistan û Qibrusê de ser çavkaniyên Hîdro-Karbonê li rojhilata Deryaya Sipî zêde kirine û ev dever gelekî aloz û tevlî hev bûye.