Jinek din jî bi guman jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317003-jinek_din_jî_bi_guman_jiyana_xwe_ji_dest_da
Li navçeya Peyîzava ya Amedê xwendekareke amadeyî bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2020 06:26 Asia/Tehran
  • Jinek din jî bi guman jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Peyîzava ya Amedê xwendekareke amadeyî bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Xwendekara Amadeyî S. Kaya li mala xwe ji qata 9’an xwe avêt xwar. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Kaya rakirin nexweşxanê lê nehate rizgarkirin.

Di rojên dawî de mirina jinan a bi guman zêde bûye. Tenê li Agiriyê di nava 35 rojan de 6 jin bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin di nava 5 mehên îsal de 119 jin mirine û ji van jî 66 bi guman in.