Siyasetmedarekî tirkiyeyî wek Serokê Civata Giştî ya NY hat bijartin
Hezîran 20, 2020 14:41 Asia/Tehran
Volkan Bozkir, Siyasetmedarê dij-ermenî ya tirkiyeyî bû Serokê heftî û pênccemîn Civata Giştî ya NY.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya Radyoya Ermenî ya IRIB Newsê, Volkan Bozkir, Wezîrê berê yê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê û Gotûbêjkerê bilind ê Tirkiyê di dengwergirtina li baregeha NY li New Yorkê wek Serokê heftî û pênccemîn Civata Giştî ya NY hat bijartin.
Andranîk Îspîriyan Karzanê ermenî yê mijarên Tirkiyê di vî warî da got: "Bijartina Volkan Bozkir bo vê postê ji ber wê yekê bo Ermenistanê dilgiranker e ku ew endamê AKPê ye û nêrîneke negatîv li Eremnistanê heye.,"