Li Kanîreşa Çewlîgê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316987-li_kanîreşa_Çewlîgê_krîza_konan_serokê_şaredariyê_û_qeymeqam_li_dijî_hev_rabûn
Pêdiviyên konan ji bo mexdûrên erdheja Kanîreşê li Çewlîgê (Bîngol) nehatin dabînkirin. Ev yek bû sedama gengeşeyê. Serokê Şaredariya Kanîreşê Veysî Bîngol ê AKP’yî ji ber belavnekirina konan qeymeqam sûcdar kir û qeymeqam dijberî şaredar daxuyanî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2020 12:03 Asia/Tehran
  •  Li Kanîreşa Çewlîgê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn

Pêdiviyên konan ji bo mexdûrên erdheja Kanîreşê li Çewlîgê (Bîngol) nehatin dabînkirin. Ev yek bû sedama gengeşeyê. Serokê Şaredariya Kanîreşê Veysî Bîngol ê AKP’yî ji ber belavnekirina konan qeymeqam sûcdar kir û qeymeqam dijberî şaredar daxuyanî da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Di 14’ê hezîrana 2020î de li navçeya Kanîreşa Çewligê bi pileya 5.7 erdhej pêk hatibû û li gundan gelek xanî hilweşiyabûn û xelk mexdûr bûye. Tê gotin alîkarî ji bo mexdûran bi awayekî têrkirî û pêwîst nehatiye kirin. Ev yek bû cihê gengeşeyê û li serê gengeşe didome. Serokê Şaredariya Kanîreşê Veysî Bîngol ê AKP’yî û Qeymeqamê Kanîreşê Ahmet Gunerî daxuyaniyên dijber dan. Serokşaredar Bîngol li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir ku konên ji bo mexdûran li xelkê Kanîreşê nehatiye belavkirin û bi van rexneyan îşaretî qeymeqam Ahmet Gunerî kir. Bîngol got desthilata belavkirina konan ne di destê wî de ye. Li ser nebalvkirin an jî kêm belavkirina konan û alîkariyê berê Bîngol û Gunerî ket hev û ev yek di navbera wan de bû mijara gengeşeyê û bertekên li dijî hev.