Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
Li Êlihê (Batman) her roj zêdetirî 130 kes bi şewbê dikevin. Serokê Odeya Pizişkan Selahattîn Ogûz, anî ziman ku piştî pêvajoya asayîbûnê dest pê kiriye hejmara pêketiyan hezar û 700 derbas kiriye.
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê, Piştî pêvajoya asayîbûnê dest pê kir, li Êlihê her diçe hejmara kesên bi şewba vîrûsa Koronayê (Covîd-19) dikevin zêde dibe. Ji 1'ê Hezîranê ve li bajêr hejmara pêketiyan zêde dibe û niha rojê zêdetirî 130 kes bi şewbê dikevin. Serokê Odeya Pizişkan a Êlihê Selahattîn Ogûz, anî ziman ku piştî pêvajoya asayîbûnê li bajêr hejmara pêketiyan zêde bûye. Ogûz, destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya pandemiyê heya niha rêgeza şefaftiyê esas nehatiye girtin û ji bo tenduristiya civakê xwest rojek berî rojekê rêgeza şefaftiyê esas bê girtin.