Çavuşoglu bi aşkere gef li ENKSê xwar: Êdî dibin armanca me
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316963-Çavuşoglu_bi_aşkere_gef_li_enksê_xwar_Êdî_dibin_armanca_me
Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi aşkere gef li ENKSê xwar û ragihand, her aliyek bi YPGê re hevkariyê bike, ew ji bo Tirkiyê li her derî dibe armanceke rewa.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2020 18:21 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu bi aşkere gef li ENKSê xwar: Êdî dibin armanca me

Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi aşkere gef li ENKSê xwar û ragihand, her aliyek bi YPGê re hevkariyê bike, ew ji bo Tirkiyê li her derî dibe armanceke rewa.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê rêkeftina navbera Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) de ji kanala CNN Turk re axivî û dijatiya Enqerê li gel nêzîkbûna ENKSê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) anî ziman.

Mevlut Çavuşoglu amaje bi çalakbûna PKKê li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê kir û got: “Dema em berê xwe didin Bakurê Iraqê, bi taybetî em dibînin ku herêma Silêmaniyê ketiye bin karîgeriya PKKê.”

Çavuşoglu da xuyakirin, hin welat PKKê li ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê wek karta zextê bikartînin û got: “Hinek welat hene ku PKKê li hemberî Rêveberiya Kurd ya Bakurê Iraqê bikar tînin. Dîtin ku nikarin PDK û Rêveberiya Erbîlê bînin ser xeta xwe, îcar PKKê tînin meydanê. Me lîstikên li wê deverê têk birin û emê berdewam têk bibin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, plana YPGê perçekirina Sûriyê ye û îdia dike, ku ew yek aşkere ye.

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, di meha Sibatê de, wan hevdîtinek li gel ENKSê pêk anîne û îdia kir, di wê civînê de eşkere bûye ku ENKS jî ji kiryarên YPGê aciz in, lê hinek welat guvaşê li ENKSê dikin. Li gora Çavuşoglu, kî hevkariyê bi YPG/PKKê re bike, ew ji bo Tirkiyê dibe armanceke rewa, li hundir, derve, an jî li Bakurê Iraqê ferq nake.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, di civîna meha Sibatê ya ligel ENKSê de, wî ji şanda ENKSê re gotiye, eger ew bi YPGê re bibin yek û hevkariyê bikin, êdî peywendiyên Tirkiyê û ENKSê weke berê namînin.