PKK derbarê şerê li Heftenînê daxuyanî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316946-pkk_derbarê_şerê_li_heftenînê_daxuyanî_da
Navenda Ragihandina PKKê derbarê şer û pevçûnên li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û îdia kir: “bi dehan leşker hatin cezakirin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2020 06:52 Asia/Tehran
  • PKK derbarê şerê li Heftenînê daxuyanî da

Navenda Ragihandina PKKê derbarê şer û pevçûnên li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û îdia kir: “bi dehan leşker hatin cezakirin.”

Li gor daxuyaniya PKKê roja 16ê Hezîranê di navbera saet 17.00-18.00an de firokeyên şer ên Tirkiyê herêma Keşanê bombebaran kiriye û ber bi êvariya hemna rojê jî, “bi obus û hawan bombebaraneke giran li qadên Bektorya, Kendal,  Berîvan û Tepê Dûpişkê kirin. Piştî vê bombebaranê saet di 23:00an de Artêşa Tirkiyê bi piştgiriya helîkopterên êrişê, balafirên şer û balafirên bêmirov bombe li qadên  Sîpan, Berîvan, Tepê Dûpişkê barandin û bi helîkoperên skorsky leşker li herêmê danîn.”

PKKê tekez kiriye ku helîkopterên Tirkiyê hewl didan leşkerên xwe deynîn Girê Adar li Heftenînê lê hêzên wan gule li helîkopteran reşandine û bêyî ku leşker dakevin herêmê ew helîkopter neçar mane ku vekişin.

PKKê tekez kiriye ku hêzên wan roja 17ê Hezîranê jî li girên, Berîvan û Kato Sulê bênavber çalakiyên sabotajê li dar xistin û hêzên wan 4 caran li hêzên Tirkiyê dane  ku  hewl didan ber bi girê Sîpan ve bi pêş ve biçin” û ew hêz têk birin û liv û tevgera wan a li qadê rawestiya.

Li gor daxuyaniya PKKê di encama wan êriş, şer û pevçûnan de, bi dehan leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di operasyona 2 rojan de 3 endamên PKKê hatin kuştin . Hêzên Tirkiyê 2 rojên dawî bi piştgiriya teknîkê bombardûmaneke giran li qada Heftanînê dikin û liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike.

Herwiha hatiye ragihandin ku ji ber êriş û bombebaranên Tirkiyê şewat li herêmê derketiye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû şeva 16 li ser 17 vê mehê , leşkerên wan di çarçova ‘operasyona ‘Pençe Piling’ de derbasî herêma Heftenînê bûne li Başûrê Kurdistanê.