PKK derbarê şerê li Heftenînê daxuyanî da
Navenda Ragihandina PKKê derbarê şer û pevçûnên li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û îdia kir: “bi dehan leşker hatin cezakirin.”
Li gor daxuyaniya PKKê roja 16ê Hezîranê di navbera saet 17.00-18.00an de firokeyên şer ên Tirkiyê herêma Keşanê bombebaran kiriye û ber bi êvariya hemna rojê jî, “bi obus û hawan bombebaraneke giran li qadên Bektorya, Kendal, Berîvan û Tepê Dûpişkê kirin. Piştî vê bombebaranê saet di 23:00an de Artêşa Tirkiyê bi piştgiriya helîkopterên êrişê, balafirên şer û balafirên bêmirov bombe li qadên Sîpan, Berîvan, Tepê Dûpişkê barandin û bi helîkoperên skorsky leşker li herêmê danîn.”
PKKê tekez kiriye ku helîkopterên Tirkiyê hewl didan leşkerên xwe deynîn Girê Adar li Heftenînê lê hêzên wan gule li helîkopteran reşandine û bêyî ku leşker dakevin herêmê ew helîkopter neçar mane ku vekişin.
PKKê tekez kiriye ku hêzên wan roja 17ê Hezîranê jî li girên, Berîvan û Kato Sulê bênavber çalakiyên sabotajê li dar xistin û hêzên wan 4 caran li hêzên Tirkiyê dane ku hewl didan ber bi girê Sîpan ve bi pêş ve biçin” û ew hêz têk birin û liv û tevgera wan a li qadê rawestiya.
Li gor daxuyaniya PKKê di encama wan êriş, şer û pevçûnan de, bi dehan leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di operasyona 2 rojan de 3 endamên PKKê hatin kuştin . Hêzên Tirkiyê 2 rojên dawî bi piştgiriya teknîkê bombardûmaneke giran li qada Heftanînê dikin û liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike.
Herwiha hatiye ragihandin ku ji ber êriş û bombebaranên Tirkiyê şewat li herêmê derketiye.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû şeva 16 li ser 17 vê mehê , leşkerên wan di çarçova ‘operasyona ‘Pençe Piling’ de derbasî herêma Heftenînê bûne li Başûrê Kurdistanê.