Partiya nû ya "Elî Babacan" pişta meşa HDP'ê girt
Hezîran 18, 2020 10:32 Asia/Tehran
Mistefa Yeneroxlû, Serokê Komîteya Maf û Dadmendiyê ya Partiya Dêmokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê di axaftinekê da tevî amajeya bi meşa itirazî ya HDPê got: Em wek Partiya Dêmokrasî û Pêşketinê pêşîlêgirtina li welatiyan jibo bikaranîn amafên naskirî di qanûna bingehîn û qedexetiya van mafan li gorî meyl û xwesteka kesane napejirîênin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Mistefa Yeneroxlû, Serokê Komîteya Maf û Dadmendiyê ya Partiya Dêmokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê got: "Mafê meş û kombûnan ku di qanûna bingehîn a Tirkiyê da hatiye naskirin, nabe ku ji ber meylk û xwestekên kesane neyê berçavgirtin. Em binpêkirina vê qanûnê û bikaranîna tundiyê li dijî welatiyên ku hewil didin vî mafî bi kar bînin, şermezar dikin."