Li Stenbol, Enqere û Bursayê jî maske mecbûrî ye
Hezîran 18, 2020 03:49 Asia/Tehran
Heta niha biryar bû li 42 bajaran bê-maske derketina derve qedexe bû, niha sê bajarên din li wan hatin zêdikirin. Li gor biryara nû li Stenbol, Enqere û Bursayê derketina derve bê-maske qedexe ye.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Yên ku maskeyê nedin ber dev û pozê xwe bi 3 hezar TL dê bêne cezakirin û her wiha dikare cezayên hepsê jî li wan bê birîn.
Waliyê Stenbolê ji ser Twitterê re biryara nû ragihand.