Avahiya HDP'ê hate dorpêçkirin
Hezîran 17, 2020 19:08 Asia/Tehran
Ji bo gel li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê ji bo pêşwazîkirina meşvanên ji Colemêrgê li hev kom nebe, bi bendan dor li avahiya HDP'ê hate girtin.
Polîsên Tirkiyê avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirin.
Gelê bajêr dirûşma "em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" diqîre. Polîsên Tirkiyê hewl dide gel ji herêmê dûr bixîne.
Tê pêşbînîkirin ku baskê meşê vê êvarê bigihêje Amedê û daxuyaniyekê bide.