16ê Hezîranê; Hejmara pêketiyan li Tirkiyê bû 181 hezar û 298
Hezîran 16, 2020 19:20 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 17 kesên din jî ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 467 kesên din jî bi şewbê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê hezar û 467 kesên din jî bi şewbê ketine û 17 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 181 hezar û 298 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 842.